TR KU SO
FB X
Cîhan

MSB: Mîsyona NATOyê ya li Iraqê bi dawî bû, leşkerên Tirk ji Bexdayê vekişiyan

Admin İ
Edîtor
📅 26 adar 2026 15:24

PeyamaKurd - Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) bi awayekî fermî ragihand ku "Mîsyona Iraqê ya NATOyê" bi dawî bûye û hemû personelên leşkerî yên Tirkiyeyê ji paytext Bexdayê hatine vekişandin.

Berdevkê MSByê Tûxamîral Zekî Akturk, îro (26ê Adara 2026an) di civîna çapemeniyê ya heftane de hûrgiliyên vê biryarê par ve kirin. Akturk diyar kir ku ji ber geşedanên dawî yên li herêmê, rayedarên NATOyê biryara rawestandina mîsyona xwe ya li Iraqê dane.

Akturk got: “Li gorî vê biryarê, veguhestina personelên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) yên ku li Bexdayê xizmet dikirin, bo welatê me bi serkeftî bi dawî bû.”

Zeki Akturk di daxuyaniya xwe de bal kişand ser projeyeke din a NATOyê û ragihand ku xebatên ji bo avakirina “Baregeha Kolordûya Pirneteweyî ya NATOyê” berdewam dikin. Ev baregeha ku di çarçoveya Plana Herêmî ya Başûrrojhilatê NATOyê de tê avakirin, tê plankirin ku di bin fermandariya generalekî Tirk de be. Akturk destnîşan kir ku tayînkirinên pêwîst ji bo kadroyên bingehîn hatine kirin û amadekariyên lojîstîk di bin çavdêriya Fermandariya Kolordûya 6emîn de ne.

Bidawîhatina mîsyona NATOyê ya li Iraqê û vekişîna leşkerên Tirkiyeyê ji Bexdayê, wekî nîşaneya guhertina stratejiyên navneteweyî yên li herêmê tê nirxandin. Ev gava leşkerî di demekê de tê ku şerê li Rojhilata Navîn gihîştiye asta herî bilind û hêzên biyanî nexşerêya xwe ya li Iraqê ji nû ve diyar dikin.

Parve bike: