TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO li ser Tirkiyê beyan da

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2018 21:43

PeyamaKurd- Korgeneral John C. ku wezîfa hêzên hevkar yên bejayiyê yê NATO yê dewr sitend, bi boneya şerên di herêmê de, li hemberê tehdîdên ku bo Tirkiyê tên weha got:

“ Di seha ya 360 dereceyan de, ciyên di berpirsiyariya NATO yê de ne, rojava-rojhilat, bakûr-başûr, em bersiva temamê tehdîdên bo Tirkiyê tên didin û em ê bidin.”

Korgeneral John C. Thompson, wezîfa III. Fermandariya NATO ya hêzên bejayî (LANDCOM) li Îzmîrê ji cîgirê fermandar ji Korgeneral Paolo Ruggier dewr sitend. Di merasima dewrkirinê de fermandarê Amerîkayê yê hêzên Awrûpayê û yê hêzên hevkar yê bizava NATO yê Curtis Scaparrotti, maslahatguzarê Amerîkayê yê Ankara balyoz Philip Cosnett, Fermandarê artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Recep û erkdarên leşkerî tevli merasimê bûn.

Thompson, behsa têkiliyên Amerîka û Tirkiyê jî kir û got:

"Pêwendiyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê gelek xurt in. Min fersendê dît li Afxanistanê bi leşkerên Tirk re hev nasbikim. Tirkiye endamekî NATO yê, yê kevne û dê xurtiya van têkiliyan bên parastin.”

Parve bike: