TR KU SO
FB X
Kurdistan

Senatorên Amerîkî nameya doza girtina HDPê ji Biden re sandin û hisyarî dan Tirkiyê

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2021 20:36

PeyamaKurd - 10 Senatorên Amerîkî li ser mijara doza girtina Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) û daxwaza qedexeya siyasetê li ser parlamenterên HDPê, doh 11ê Mijdarê nameyek ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandin.

Senatorên Amerîkî yên bi navên Christ Van Hollen, Jamse Lankford, Angus King S. Jr, Sherrod Brown, Ron Wyden, Thom Tillis, Edward J. Markey, Jeffrey A. Merkley, Jeanne Shaheen û Corry A. Booker di nameya hevbeş a bo Biden şandine de, balê dikişînin ser doza girtina HDPê û daxwazên qedexeya siyasetê li rêveber û endamên wê û hişyarîyê didin.

— ANCA (@ANCA_DC) November 11, 2021

Di nameya xwe de senator ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re dibêjin, “Em daxwaz dikin ku hûn di  pêwendiyên ligel Tirkiyê de girêdayî prensîbên demokrasî, mafê mirovan û serweriya hiquqê ya welatê me bin.”

Senatoran herwiha daxwaz ji Joe Biden kiriye, “bi Erdogan bide zanîn ku dê encamên cidî yên girtina HDPê û qedexaya siyasetê li ser parlementerên wê ji bo Tirkiyê hebin.”

Parve bike: