Navê walîyê tirk li dibistaneke Cerablûsê kirin
PeyamaKurd – Tirkiye li herêmên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku bi zora leşkerî ketiye wan, sazîbûna dewleta xwe û proseya tirkirinê berdewam dike.
Herî dawî li dibistaneke Cerablûsê ku di bin kontrola artêşa tirk û çekdarên girêdayî wan de ye, navê walîyekî tirk yê mirî hat danîn.
Bajarokên Cerablus û Babê di bin kontrola Tirkiyê de ne û piraniya sazî û dezgehên hukmî bi tirkî xizmetê didin û alên Tirkiyê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser wan hene.
Hat ragihandin ku doh 12ê Çileyê 2020an li bajarê Cerablusê dibistanek hate vekirin û navê cîgirê waliyê Dîlokê yê Tirkiyê Ahmet Turgay Îmamgîller ku salek berê li Cerablusê miribû, lê hat danîn.
Li gorî zanyariyên xwecihî ji Cerablusê, Enqereyê bi zanebûn di roja mirina Îmamgiller de 12ê Çileyê dibistaneke amadehî vekiriye.
Îmamgîller ku Enqereyê xelat kiriye û dibistan bi navê wî bi nav kiriye, cîgirê waliyê bajarê Dîlokê (Entab) bû û roja 12 Çileya 2019an li bajarê Cerablusê ku li wê derê wek berpirsê çalakiyên zanistî yên Tirkiyê kar dikir, mir.
Di vekirina dibistana amadehî ya bi navê Îmamgîller de, hejmareke ji berpirsên Tirkiyê ku di nava wan de waliyê Dîlokê û nûnerên partiya AKPê ku Erdogan rêveberiya wê dike, herwiha nûnerên heman partiyê di parlemana Tirkiyê de, amade bûn.
Beriya niha jî piştî dagirkirina bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên Kurdan alên Tirkiyê hatibûn hildan û navê saziyên li wan deran jî bi tirkî û erebî hatibû guhertin ku piraniya şêniyên wan deran kurd bûn.