Navên endamên nû yên parlamena Sûriyeyê hatin ragihandin
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Mihemed Teha Ehmed, li avahiya Meclisa Gel a li Şamê encamên fermî û navên endamên nû yên parlamenê hatin ragihandin.
Ehmed biryarnameya hejmar 143 a sala 2026an ku ji aliyê Serokkomar Ahmed Şera ve hatiye îmzekirin xwend û diyar kir ku civîna yekem a meclisa nû dê roja duşemê, 6ê Tîrmeha 2026an were lidarxistin.
Li gorî Danezana Destûra Bingehîn, dema xebatê ya vê xula parlamenê du sal û nîv e û ev dem dikare bê dirêjkirin. Li gorî sîstema nû ya ku hatiye pejirandin, Meclisa Gel a Sûriyeyê bi giştî ji 210 endaman pêk tê û ji van 140 endam bi rêya hilbijartinê hatine diyarkirin.
Li gorî benda 24 a Danezana Destûra Bingehîn, Serokkomar Ahmed Şera li gorî desthilatên xwe yên destûrî 70 endam raste rast destnîşan kirin daku pispor û pêkhateyên cuda yên civakê di bin banê parlamenê de cih bigirin.
Dabeşbûna van 70 endamên destnîşankirî li ser parêzgehan bi vî awayî ne: Ji Helebê 14, ji Hesekê 7, ji Homs û Dêrezorê her yekê 6, ji Şam, Gundewarê Şamê, Îdlib û Hemayê her yekê 5, ji Lazqiye û Derayê her yekê 4, ji Reqayê 3 û ji parêzgehên Tertûs, Siweyda û Quneytrayê jî her yekê 2 endam cih girtine.
Ev pêngav piştî salekê ji biryarnameya serokatiyê ya sala 2025an tê ku sîstema hilbijartinê ya demkî ava kiribû û Sûriye dabeşî herêmên îdarî yên hilbijartinê kiribû daku pêşî li her cûre valahiya siyasî bê girtin.