TR KU SO
FB X
Cîhan

Naveroka lûtkeya Rûsya-Îran-Tirkiyeyê

📅 03 nîsan 2018 02:08

 PeyamaKurd - Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ku mijara wê Sûriye, were qebûlkirin da tê texmînkirin ku balê bikişînin ser mijarên wekî dewamkirina agirbesta li Sûriyeyê, yekîtiya xakê û rawestandina binpêkirinan.

Lûtkeya sêalî ku mijara wê Sûriye ye, bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî wê 4ê nîsanê roja çarşemê li Enqereyê were lidarxistin.

Li gorî agahiya ku beriya zîrweyê ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin, roja sêşemê karmendên payebilind wê bicivin û herwiha wê li ser danezana hevbeş a ku wê di dawiya zîrweyê de were weşandin, bixebitin.

Tê texmînkirin ku di deklarasyonê de balê bikişînin ser mijara dewamkirina agirbesta heyî ya li Sûriyeyê, yekîtiya xaka Sûriyeyê û rawestandina binpêkirinên agirbestê li nava Sûriyeyê ku di danezanên beriya niha de derbas bûbûn.

Mijara gavên nû jî wê di civîna karmendên payebilind de werin gotûbêjkirin û herwiha wê ji civîna wezîrên karên derve yên Tirkiye, Rûsya û Îranê ku wê serê sibeha çarşemê were lidarxistin re werin pêşkêşkirin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, hemtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov û hemtayê wî yê Îranî Cevad Zerîf wê di civîna taştêyê de pêşniyazan binirxînin. Tê texmînkirin, danezana pêşnuma ya wezîrên karên derve ji aliyê serokan were pesendkirin.

Herwisa tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya zîrweyê de Erdogan û Ruhanî hevdîtineke rûbirû pêk bînin.

Parve bike: