Cîhan
Nêçîrvan Barzanî û Pizişkiyan li Antalyayê civiyan
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî de ragihand ku civîneke berhemdar pêk anîne û derbarê pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Îranê de nerîn û dîtinên xwe anîne ziman.
Di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hewldanên hevbeş kirin ji bo rastkirina pirsgirêk û dijwariyên herêmê.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku diyalog, têgihiştina hevbeş û alîkarî, rêyên herî baş in ji bo gihîştina bi aşitî û aramiya berdest di herêmê de.