Nêçîrvan Barzanî û Tuncay Bakirhan li Hewlêrê civiyan
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê li Hewlêrê pêşwazî li Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncay Bakirhan kir.
Di civînê de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û geşedanên herî dawî bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê kirin û destnîşan kirin ku nabe ev derfet ji dest biçe.
Her wiha herdu aliyan bal kişandin ser pêwîstiya piştgirîkirina hemû aliyan ji bo serkeftina pêvajoyê.
Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya tam ji bo pêvajoya aştiyê anî ziman û amadehiya xwe ji bo her alîkariyeke pêwîst nîşan da. Barzanî bal kişand ser ku aştî ji bo ewlehî û seqamgîriya Tirkiyeyê û tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke sereke ye.
Bakirhan jî ji ber helwest û hewldanên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî yên di piştgiriya pêvajoya aştiyê, spasiya xwe û partiya xwe jê re kir.