Cîhan
Ned Price: “Xebatkarên me tinene ku derbasî derveyê balafirgeha Kabîlê bibin”
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price li ser tehliyeyên balafirgeha Kabîlê ya Afxanistanê axifî. Price di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku heya niha 7 hezar kes ji Afxanistanê hatine tehliyekirin.
Ned Price got ku niha 6 hezar kes li balafirxanê ne û di wexteka kurt de dê karibin li balafirgehan siwar bibin. Bo lez bidin xebatê, xebatkaran şandine Afxanistanê û hinek xebatkarên konsulxaneyê bo vîzeya transît şandine Qatar û Kuweytê.
Price li ser pirsa wan kesên ku nikarin xwe bighînin balafirgehê got ku xebatkarên wan tinene da derbasî derveyê balafirgehê bibin.