Netanyahû banga hikûmeta yekîtiya niştimanî û serokwezîrtiya dorvegerî li Eisenkot kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ku di hilbijartinên giştî yên 27ê Mijdarê de li parlamentoyê piranî bi dest nexist, pêşniyara avakirina hikûmeta yekîtiya niştimanî pêşkêşî Serokê Partiya Yasharê Gadi Eisenkot kir ku ji bo avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin.
Netanyahû li ser medyaya civakî ragihand ku Îsraîl bi "metirsiyeke hebûnî" re rûbirû ye û di sîstema serokwezîrtiya bi dorê de qebûl dike ku di dewreya yekem de Eisenkot bibe serokwezîr û wiha got:
"Ez pêşî qebûl dikim ku Eisenkot wekî serokwezîr erkê bigire ser xwe. Ez jî di destpêka dewreyê de wekî cîgirê serokwezîr ê kar bikim."
Her çend Partiya Likudê nêzîkî 250 hezar dengên zêdetir ji Partiya Yasharê wergirtibin jî, Netanyahû da zanîn ku ji ber metirsiyên li ser Îsraîlê amade ye dev ji daxwaza serokwezîrtiya destpêkê berde, banga danûstandinên lezkirî li partiyên siyonîst û partiyên Cihû yên Ultra-Ortodoks kir û li dijî cihgirtina itîfaqa Lîsteya Hevbeş a partiyên Ereb a di hikûmetê de derket.