Netanyahû bi awayekî nepen çû Siûdî û ligel Mihemed Bin Selman û Pompeo civiya
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Radyoya Artêşa Îsraîlê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu dohî 22yê Mijdarê çû Erebistana Siûdî û li wir Welîehd Prensê Siûdî Mihemed Bin Selman û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re civiya.
Rojnameya "Yedioth Ahronoth" a îsraîlî ragihandiye ku Mihemed Bin Selman di civîneke sêalî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re hevdîtin pêk aniye.
Li gorî rojnameyê Netanyahu ji bajarê "Neom" ê Îsraîlê ber bi Siûdî bi rê ketiye û 3 saetan li Erebistana Siûdî maye û vegeriyaye.
Li ser mijarê nivîsgeha Netanyahû nexwest daxuyaniyekê bide.
Lê belê medya Îsraîlê serdan û hevdîtin piştrast kiriye û daye xuyakirin, "Di wê serdanê de Serokê MOSSADê Yosî Kohan bi Netanyahu re bû. Dibe ku ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Îsraîl û Siûdiyê, yan dosyaya Îranê de guftûgo hatibin kirin.”
Piştî peymanên Îsraîlê yên bi Îmarat, Behreyn û Sûdanê re dihat behskirin ku wê Îsraîl bi Erebistana Siûdî re jî peymana asayîkirina têkiliyan îmze bike, lê belê heta niha bi awayekî eşkere nehatiye ragihandin.