Netanyahu: Heke pêwîst bike em ê tevahiya Xezeyê dagir bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ku li gorî rapirsînên dawîn ên beriya hilbijartinên 27ê Cotmihê de di paşiya partiya fermandarê berê Gadî Eîsenkot de ye, di bernamereke zindî ya Kanal 14an de axivî û gefên tund li herêmê xwarin.
Netanyahû diyar kir ku karê wan li Xeze, Libnan û Sûriyeyê hêj bi dawî nebûye û îdîa kir ku Îran dixwaze bernameya xwe ya nukleerî ji nû ve bide destpêkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir ku heta ew li ser desthilatê be rê nade ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî.
Netanyahû derbarê paşeroja Xezeyê de jî axivî û ragihand ku heke Hamas çekên xwe nedanîne, "heke pêwîst bike ew ê tevahiya Xezeyê dagir bikin".
Her wiha dubare kir ku ew ew ê ti carî rê nedin damezrandina dewleteke Filistînê.
Li ser mijara êrişên Îsraîlî yên li Şerîaya Rojava jî Netanyahû ev êriş kêm dîtin û bal kişand ser wê yekê ku erkê dewletê ye ku li wan herêman kontrolê bike.
Gelek çavdêr û raya giştî dibêjin ku Netanyahû ji bo ku dengên windabûyî yên beriya hilbijartinê vegerîne, siyaseta tirs û gefan dimeşîne.