TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu Hîzbûllahê tehdîd kir

Admin M
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2023 01:34

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di wexta seredana leşkeran ya li bakûrê Îsraîlê de ragihand ku Hîzbûllah dest bi şer bike wê Başûrê Lubnanê û Beyrûdê bike weka Xezzayê. Netenyahu û wezîrê berevaniyê Yoav Gallant bi hevre seredana leşkeran kirin û Netenyahu got:

“Eger Hîzbûllah biryara şerekî bi temamî bide, dê wê wextê bi destê xwe Beyrûd û Başûrê Lubnanê ku ji vê derê gelek nedûre, bike weka Xezzayê û Xan Yûnisê.”

Daxwuyaniya Netenyahu ket piştî bûyera avêtina tanksawara ku ji Lubnanê hat avêtin ser sînorê Mattatê û li wê derê Îsraîliyekî hat kuştinê.

Parve bike: