TR KU SO
FB X
Kurdistan

Partiya Turmen ya Geşepêdanê: Êrîşa li Erbîlê ji bo Kurdistanê tehdîdekî xeter e

Admin M
Nivîskar
📅 17 tebax 2026 13:54

PeyamaKurd – Serokê Partiya Turmen ya Geşepêdanê Muhammed Saadettin İlhani êrîşa ser nivîsîngeha taybet ya ser serokwezîrê Herêma Kurdistanê û ya ser Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê (parastin) bi zimanekî tund rexne û şermezar kir.

Partiya Turkmen ya Geşepêdanê di daxwuyaniya xwe ya îro de (17 Tebax 2026) got ku êrîşa li Pîrmamê ya ser nivîsîngeha serokwezîr û xaniyê rêvebirê ajansa asayîşa Kurdistanê rewa nîne û êrîşê şermezar kir.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Herêma Kurdistanê xwediyê ewlehiya destûriye, bi sîstema demokratik, siyasî û dezgeyî tê birêvebirin, herêma Kurdistanê ji bo temamê civakên etnîkî û dînî weka stargehekî aramiyê ye, mînaka pêkvejiyanê ya dîn û milletên cuda ya ku weka bira bi çanda pêkvejiyanê bi hevre dijîn.

Êrîş û kiryarên weha, li dijî qaîdeyên aştiyêne û li dijî hûqûqa navdewletîne, raste rast tê vateya îhlala desthilata welat û daxwuyanî weha dewam dike:

“Êrîşên weha tehdîdekî talûkeye ji bo xelkê Kurdistanê, ji bo statuya xelkê Kurdistanê, ji bo aştiya herêmî û hûzûra herêmê.”

Antî-Terora Kurdistanê îro li ser êrîşan agahiyan dabû û gotibû:

“Seet di 00.28an de, ji sînorê Îranê 2 heb dronên tîpa 'Hadid-110' li bajarê Erbîlê li navça Pîrmamê, ofîsa nivîsîngeha taybet ya serokweîrê Herêma Kurdistanê û xaniyê rêvebirê ajansa Parastinê kirine armanc. Berpirsiyariya temamê encamên bûyerê yên hûqûqî û leşkerî aîdê failan e.

Parve bike: