Siûdî êrîşa fûzeyî ya Hûsiyan a li ser Riyadê têk bir
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Erebistana Siûdî ragihand ku êrîşeke fûzeyî ya Hûsiyan ku ber bi Riyada paytext ve hatibû avêtin, ji aliyê sîstemên parastina esmanî ve hat bêbandorkirin.
Li gorî daxuyaniya Hevpeymaniyê, di encama ketina bermahiyên fûzeyê yên li nav bajêr de zirara madî rû daye, lê hejmara tam a zirarê hîn nehatiye diyarkirin.
Her wiha hat diyar kirin ku fûzeyeke din a cûreya krûz (cruise) ku ber bi herêma başûr a ser sînorê Yemenê ve hatibû avêtin jî li ser esman hat hilweşandin.
Hevdem li gel van êrîşan, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman li gel Fermandariya Navendî ya DYAê (CENTCOM) Brad Cooper civiya.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), di hevdîtinê de têkiliyên leşkerî yên her du welatan, hevkariya berevaniyê û geşedanên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê hatin nirxandin.
Tê zanîn ku Cooper beriya vê hevdîtinê li gel Wezîrê Berevaniyê yê Siûdî Xalid bîn Selman jî civînek pêk anîbû.