Cîhan
Netanyahû: Îran împaratoriyeteka êrîsker ava dike
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû got: “ Îran împaratoriyeteka êrîşker ava dike. Divê em îranê rawestînin û em ê rawestînin jî.”
Netenyahû di hevdîtina xwe ya bi serokê Amerîkayê Trump re, bêhtir li ser mesela Îranê rawestiya. Di konferansa 2018an ya Pêwendiyên Komîta Amerîka-Îsraîlê (AIPAC) de, bi berdewamî peyamên li dijî Îranê da.
Netenyahû got ku pêngavên Îranê yên li herêmê davêje, hemû dewletên herêmê tehdîd dike. Peymana nukleerî, Îranê bêhtir dike talûke û her diçe li ser welatan zêdetir bandorê dike.
Netenyahû hemû pêşdeçûnên Îranê li ser nexşeyeka herêmê nîşan da.