Cîhan
Netenyahu: Gazzeyê vala bikin, her ciyê Hamas lê be em ê xera bikin
PeyamaKurd – Piştî êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu daxuyaniyekî tund da, bangî xelkê Gazzeyê kir û got:
“Em ê tola vê roja reş hilînin. Em ê wisa li Hamasê xin ku heya niha lêdaneka weha nehatiye dîtin. Têkiliya kî bi Hamasê re hebe, em ê li wan xin. Sîvîlên ku li dora Hamasêne, bila wan deveran terk bikin.”