Netewên Yekbûyî: Li Ukraynayê herî kêm 1982 kesên sivîl can dane
PeyamaKurd – Netewên Yekbûyî (NY) li ser şerê Rûsya û Ukraynayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, li Ukraynayê herî kêm 1982 kesên sivîl can dane û 2 hezar û 651 kesên sivîl jî birîndar bûne.
Rêveberiya Bilind a Penaberan a NYê eşkere kir, ji 24ê Sibatê heta 14ê Nîsanê di şer û pevçûnên li Ukraynayê de, 1982 sivîlan can dane.
Herwiha li gor heman daxuyaniyê, ji ber şer 4 milyon û 794 hezar û 245 kesên sivîl ên Ukraynayê jî penaber bûne û ji wan jî 2 milyon 720 hezar û 622 kes çûne Polonya, 726 hezar û 857 kes derbasî Romanya bûne, 484 hezar 725 kes derbasî Rûsyayê bûne, 447 hezar û 53 kes derbasî Macarîstanê bûne419 hezar û 499 kes derbasî Moldova bûne, 329 hezar û 597 kes derbasî Slovakya bûne û 22 hezar û 827 kes jî derbasî Belarûs bûne.
NYê di daxuyaniyê de diyar kir, ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, 2.7 milyon kesên astengdar ên li Ukrayna jî ketine bin metirsiyê.