TR KU SO
FB X
Cîhan

Neteweyên Yekbûyî: Li Libyayê, hilbijartin sert e

Ruken güler
Nivîskar
📅 31 tebax 2022 18:31

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve li ser rewşa aloz a ku çend roj in li Libyayê berdewam dike, bangek hat kirin. Di bangê de hat diyarkirin ku rêya şikandina van aloziyan, di hilbijartinan re derbas dibe.

 Alîkara Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Siyasî û Damezirînerê Aştiyê yê NYê Rosemary Dicarlo, di axaftina xwe ya ku duh li Civata Ewlehiya NYê kir de bal kişand ser rewşa paytexta Libyayê Terablûsê. Dicarlo di axaftina xwe de bang li rayedarên Libyayê kir û got,

“Xitimîn û derengxistinên ku di pêknehanîna pêvajoya hilbijartinê de dewam dikin, li ser hemû gelê Libyayê, gefeke mezin a ewlehiyê ye. Em bang li aliyan dikin ku li ser dema hilbijartinan û çarçoveya makezagonê, li hev bikin.”

Dicarlo, bal kişand ser girtina alîgirên Fethi Başaga yên ji aliyê hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ve û da zanîn ku dê ev neyeta girtinê, bandora xwe li ser sivîlan bike û dibe ku ev yek bibe sedema pevçûnan.

Pevçûn û aloziyên li Terablûsê, sibeha 27ê Tebaxê derketibûn. Pevçûn, di navbera Hêza 777an a Sererkaniya Libyayê û Yekîneya Piştgiriya Hedariyê de derketibûn. Di pevçûnên ku dewam dikin de 32 kes hatin kuştin û 159 kes jî birîndar in.

Parve bike: