TR KU SO
FB X
Cîhan

Newsweek: Hevkarên Pûtîn, damezrînerê Koma Wagner û Kadîrov bi hev ketin!

Admin H
Nivîskar
📅 22 mijdar 2022 00:44

PeyamaKurd – Medya Amerîkayê îdia kir ku damezrînerên hêzên kirêkirî yên Rûsî û Ramazan Kadîrov ê fermandarê hêzên Çeçenî yên li kêleka Rûsyayê şerê Ukraynayê dikin bi hev ketine û tansîyon bilind bûye.

Li gorî nûçeya kovara Newsweek a Amerîkî, çavkaniyeke rûsî ku nexwestiye navê xwe bide îdia kiriye ku di nav Saziya Îstixbarata Rûsî FSB de tansîyon bilind bûye.

Çavkaniyê ji Newsweekê re diyar kiriye ku di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevkarê wî yê damezrînerê koma leşkerên kirêkirî Wagner Yevgeny Prigozhin û lîderê Çeçen Ramzan Kadirov de alozî çêbûye û tansiyon bilind bûye.

Herwiha Newsweekê xwe gihandiye hin belgeyên Kremlînê û daye xuyakirin ku nakokî û neliheviyên li Kremlînê ji ber şerê Ukraynayê zêde bûne û niha hem Kadîrov hem jî Prigozhin ji bo Pûtîn wekî gefekê têne dîtin.

Parve bike: