Îranê cardin êrîşî kampên Komalayê kirin
PeyamaKurd - Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku sibeha îro bi sê dronan êrişî ser kampa malbatan a li herêma Sûrdaşê hatiye kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê Elî Rencberî diyar kir ku êriş dora saet 04:40î de pêk hatiye û da xuyakirin ku ti ziyanên canî çênebûne û malbat di nava ewlehiyê de ne.
Rencberî bal kişand ser wê yekê ku li wî cihî ji bilî jin, zarok û sivîlan ti baregeheke leşkerî tune ye û ev êriş bêbingeh in.
Endamê Serkirdatiya Komeleyê Emced Husên Penahî jî da zanîn ku ji ber êrişê hejmareke xaniyan şewitîne, lê bi saya tedbîran Pêşmergeyên Komeleyê ji ziyanên mezin xelas bûne.
Penahî destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya wan êrişên Komara Îslamî ya Îranê de ne ku li dijî baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê didomin.
Li gorî gotina Emced Penahî, ji destpêka şerê navbera Amerîka û Îranê ve heta niha, baregeh û kampên wan 108 caran bi mûşek û dronan hatine armanckirin.