Kurdistan
Îranê cardin êrîşî ser kampên Partiyên Rojhilatî kir
PeyamaKurd - Li sînorê qezaya Koye ya Hewlêrê û li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê, bi firokeyên bêmirov êrîş hatin kirin ser kamp û baregehên partiyên Rojhilatî.
Berpirsekî bilind ê Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê (PDK-Î) îro eşkere kir ku kampên "Azadî" yên li Koyeyê bi du firokeyên bêmirov hatine bombeberankirin û di encamê de agir bi herêmê ketiye.
Her wiha Rêxistina Xebatê jî ragihand ku baregehên wan ên li ser rêya Mexmûrê û sînorê Başîqayê jî hatine lêdan.
Hat destnîşankirin ku ji ber valakirina xaniyan di êrîşan de tu zirara canî çênebuye, lê zirarên maddî yên mezin çêbûne.
Rêjeya êrîş û fişarên li ser axa Herêma Kurdistanê roj bi roj giran tir dibe.