Cîhan
Nîhayet Boeing bo balafirên 737 Max lêborîna xwe xwest
PeyamaKurd- Rêvebiriya şîrketa balafiran ya bi navê Boeing 737 Max, bo balafirên wan yên ku zêde ariza dikin û dikevin lêborîna xwe xwestin û gotin ku sîstema MCAS ya di balafiran de, dibe sedem ku qeza çêdibin. CEO yê Boeingê Dennis A. Muilenburg di ser hesabê xwe yê Twitterê de behsa xetayê nivîsîna di balafiran de kir û lêborîna xwe xwest.
CEO got ku ew bo kesên di qezayan de canê xwe dane xemgînin û bo tişteka weha nebe ew bi temamî xwe dane ser ewlekariya balafiran bo çareserkirina xetayên di wan de.
Balafira Etiyopyayê û Endonesyayê ku di wan de 346 rêwî hebûn her dû jî Boeing Max 737 bûn û qeza kiribûn.