Nuceba yasaya bêçekkirinê red kir: Çek xeta me ya sor in
PeyamaKurd - Tevgera Nuceba ya koma milîs li Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê dest ji eniya "berxwedanê" bernedin, çekên xwe daneynin û helwesta xwe ya li dijî proseya "bêçekkirinê" dubare kir.
Di daxuyaniya tevgerê de ku îro, 3yê Gulana 2026an hat belavkirin hat gotin: "Helwesta me ya derbarê wan çekên ku em ji bo parastina pîroziyên Iraqê û gelê wê hildigirin, neguheriye."
Sekreterê Giştî yê tevgerê Ekrem Keabî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand ku "Çekên me xeta me ya sor in."
Keabî, Tel Avîv tawanbar kir ku Îsraîl, Amerîkayê han dide da ku babeta çekên koman bîne rojevê û guvaşê li ser wan zêde bike.
Serokê Konseya Rêveber a Nucebayê Nazim Seandî jî diyar kir ku xala "bêçekkirinê" ya di rojeva hikûmeta Elî Zeydî de wan li xwe nagire û got ku armanca hikûmetê ew çek in ku dibine sedema "tevlîheviyê" û ewlehiya giştî xirab dikin, lê ne çekên berxwedanê ne.
Ev pêngava Tevgera Nucebayê piştî biryara Rêberê Tevgera Sedr Muqtada el-Sedr hat, ku wî ragihandibû "Seraya Es-Selam" (Taburên Aştiyê) ji tevgera xwe cuda dike û dixe bin kontrola dewletê.