Cîhan
Nûnerên 79 welatên Hevpeymana Dijî DAISê li Washingtonê dicivin
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê 6 Sibatê li Washingtonê civînekê li dar dixe.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê ji 79 welatan nûner û wezîrên derve yên welatan beşdarî civîna hevpeymaniya dijî DAIŞê bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di civîna ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo malevaniyê dike de, dê rewş û asta dawî ya têkoşîna dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê were gotûbêjkirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku dê di civînê de li ser nehiştina ji nû ve bihêzbûna DAIŞê û tevdîrên di asta gerdunê de li dijî wê rêxistinê were rawestîn.