TR KU SO
FB X
Cîhan

NY, biryara rawestandina êrîşên Îranê yên ser Kendavê da

Admin M
Nivîskar
📅 11 adar 2026 23:56

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser daxwaza Bahreynê, biryarê da ku Îran êrîşên ser welatên Kendavê rawestîne. Rûsya û Çîn di dengdanê xwe xwe paş ve kişandin.

Pêşniyara Rûsyayê ku tê de navê ti welatî nebû û gotibû bila li temamê Rojhilata Navîn şer raweste, hat redkirin.

Neteweyên Yekgirtî Konseya Ewlehiyê ji ber Îran êrîşan biriye ser dewletên Kendavê, êrîşên Îranê şermezar kir. Di biryarê de ji ber Îran Buhira Hurmizê girtiye, ewlehiya deryayê û ewlehiya çûn û hatina navdewletî ya deryayê xistiye talûkê, Îran dubare hat şermezarkirin.

Bahreynê li ser navê Kuweyt, Umman, Qatar, Suudi Arabistan û Îmaratan ku endamên Yekîtiya Hevkariya Kendavê ne, daxwaznama xwe dabû û di civînê de ji 130 dewletan zêdetir dewlet destekê dan pêşniyarê.

Parve bike: