Cîhan
NY: Herî kêm 925 sivîl hatin kustin û nêzî 4 milyon kes koçber bûn
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) amarên penaber û mirinên sivîl ên şerê Ukraynayê eşkere kir.
Komîseriya Bilind a Penaberan li NY (UNHCR) ragihand ku ji 24ê Sibatê heta 20ê Adarê 3 milyon û 489 hezar û 644 kes ji Ukraynayê derketine û koçberî welatên cîran ên Ewropayê bûn ku nîvî zêdetirê wê hejmarê çûne Polonyayê.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji herêmên Donetsk û Luhanskê jî 113 hezar kes derbasî Rûsyayê bûne.
Komîseriya Mafên Mirovan a NY jî derbarê ziyanên canî yên sivîl de eşkere kir, ji 24ê Sibatê heta 20ê Adarê herî kêm 925 sivîl hatine kuştin û 1496 kes jî birîndar bûne.
NY daye xuyakirin ku dibe hejmara mirinên sivîl ji hejmara hatiye eşkerekirin gelekî zêdetir be, ji ber ku yên nehatine tespîtkirin pir in.