TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Îranê dest bi vekisînê kir

Admin S
Nivîskar
📅 13 gulan 2019 03:35

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Hûsiyên milîseyên girêdayî Îranê yên şîe di çarçoveya peymana hatiye girêdan de, dest bi vekişîna ji bêndergehên Yemenê yên Hudeyde, Salif û Ras Îsa yên xwedî girîngiyeke stratejîk kirine.

Li gorî peymana di bin çavdêriya NY de birêve diçe, pêwîste heta 14ê Gulanê vekişîna Hûsiyan temam bibe.

Hûsiyan yekalî biryara vekişîna ji hersê bêndergehan dane û dane xuyakirin ku dê hêzên xwe herêmên din bicih bikin.

Bêndergeha Hudeyde ku bihûrdeya alîkariyên mirovî ye û ji sedî 90ê xurekên bo gel têne şandin di wir de derbasî Yemenê dibin.

Hûsiyan di hevdîtinên Stockholmê yên 6-13ê Kanûnê de, bi serperiştiya NYyê peymana veguhertina dîlan û agirbesta Hudeyde û Taîzê îmze kiribûn.

Parve bike: