TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Ji 24ê Sibatê ve 364 sivîl hatin kustin, 759 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 07 adar 2022 01:00

PeyamaKurd – Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji roja destpêkirina êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê 24ê Sibatê heta şeva 5ê Adarê, 364 sivîl hatine kuştin û 759 kesên sivîl jî birîndar bûne.

NY diyar kiriye ku ji ber dereng hatina agahiyan, ew texmîn dikin hejmara kuştî û birîndarên sivîl gelekî zêdetir be.

Komîserê Bilind ê Penaberan li NY Filippo Grandi, beriya niha eşkere kiribû ku di nav 10 rojên şer de zêditirî 1,5 milyon kes koçberî welatên cîranên Ûkraynayê bûne.

Parve bike: