TR KU SO
FB X
Cîhan

NY ji bo Libyayê du civînan li dar dixe

Admin H
Nivîskar
📅 03 îlon 2020 00:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi amadebûna Nûnera NY Stephanie Williams a Libyayê, 2 civînan derbarê Lîbyayê de, li dar dixe ku yek girtî û yek jî vekirî ye.

Nûnera NYyê ragihand ku li Lîbyayê bûyerên balkêş rû didin û pêdivî bi vegera li xebata siyasî ya giştî heye, da ku hewcedarî û xwestekên gelê Lîbyayê bi hikumeteke nûneriya wan bike werin dabînkirin.

Nûnera NY banga pêkanîna serweriya qanûnê û parastina mafên tevahiya welatiyan kir.

Herwiha Nûnera NY Stephanie Williams ya Lîbyayê, berî niha jî de bikaranîna hêzê li dijî xwepêşandêran û girtina sivîlên li hember gendeliyê li Terablus û bajarên rojavayê Lîbyayê xwepêşandar kiribûn, rexne kiribû.

Parve bike: