TR KU SO
FB X
Kurdistan

11 ciwanên li Libyayê asê mabûn hatin vegerandin

Admin H
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2026 11:39

PeyamaKurd - Li ser fermana rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serê sibeha îro Înê, 11 ciwanên din ên devera Raparînê ku li welatê Libyayê asê mabûn, bi selametî vegeriyan Herêma Kurdistanê û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştî belavbûna nûçeya windabûna hejmareka welatiyan li Libyayê, roja Duşemê ya 5ê vê mehê, li ser fermaneke taybet a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve ketin nava tevgerê da ku rêkarên pêwîst ji bo rizgarkirina wan werin girtin.

Piştî ku berî çend heftiyan 33 ciwan û di rojên borî de jî 3 ciwan hatibûn vegerandin, bi hatina van 11 ciwanên din re hemû koma ku li wir mabû gihîşt herêmê.

Li Balafirxaneyê piştî ku tîmên tenduristiyê kontrola pizîşkî pêk anîn, tîmên Wezareta Navxwe ciwan bi silametî radestî malbatên wan kirin.

Rayedaran ragihand ku niha xebat û lêgerîna ji bo dîtina 10 ciwanên din ên heman herêmê bi berfirehî berdewam dikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi saya van pêngavên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di mehên borî de rêjeya koça neqanûnî bi rengekî berçav kêm bûye.

Parve bike: