20 milyar dînarên diziyê li Xezîneya Iraqê hatin vegerandin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Dadgeha Lêkolînê ya Resafeyê li bajarê Bexdayê 20 milyar dînarên Iraqî yên bi rêya gendelî û fêlbaziyê hatibûn dizîn, li xezîneya dewletê vegerandine.
Dadgeha Lêkolînê ya Resafeyê, ku girêdayî dosyeyên destpakî û spîkirina pereyan e, îro Yekşemê ragihand ku wan dest daniye ser 20 milyar dînaran, ku bi rêya gendeliya îdarî hatibûn dizîn.
Dadgehê diyar kir, wergirtina wî pereyî di çarçoveya lêkolînên li ser tawanên gendeliya darayî, îdarî û fêlbaziya darayî de pêk hatiye. Dadgehê tekez kiriye ku rêkarên qanûnî li dijî wan kesên ku zêdegavî kiriye, ku rêyên neqanûn bo bidestxistina qezancê bikar tînin û zirarê dighînin darayiya giştî, dê berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngava Dadgeha Lêkolînê ya Resafeyê di demekê de ye ku roja Yekşemê, 28ê Hezîrana 2026an hêzên ewlehiyê û Dezgeha Dijeterorê bi hevahengî ligel Encûmena Bilind a Dadweriyê, operasyoneke berfireh bi navê "Kampaniya Berbangê" dest pê kiribû û hejmareke berpirsên bilind û kesatiyên siyasî hatibû girtin.