NY: “Li Iraq û Sûriyê 30 hezar DAISiyên çekdar hene”
PeyamaKurd - Ji Neteweyên Yekbûyî hat ragihandin, ku li Iraq û Sûriyê 30 hezar çekdarên DAIŞê hene û hebûna wê hejmara zêde, metirsiyeke mezin li ser wan welatan çê dike.
Ekîba çavdêriya cezayan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve raporek derbarê hebûna hêzên DAIŞê li Iraq û Sûriyê belav kir û eşkere kir ku tevî şikestina mezin ya DAIŞê hêjî nêzîkî 30 hezar çekdar û endamên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê hene û bi hezaran ji wan çekdaran biyanî ne.
Li gorî raporê nêzîkî 3-4 hezar çekdarên DAIŞê li Lîbya hene û beşek ji wan ji bo Efxanistanê hatine veguhestin.
Ekîba navhatî her ji 6 mehan carekê derbarê wan rêxistinên tundrew de raporekê parve dike û dide Encûmena Ewlekariyê.
Di rapora xwe ya dawî de, Ekîba çavdêriya cezayan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve behsa wê yekê dikin ku ligel hemû zext û fişaran, hêjî DAIŞ li rojhilatê Sûriyê xweragir bûye û dikare li nav axa Sûriyê çalakiyan bike. Lê li Iraqê tu ax di destê wê de nîne, dîsan jî şaneyên wê yên nivistî gelekî aktîf kar dikin û bi awayê grûpên biçûk armancên xwe pêk tînin.