TR KU SO
FB X
Cîhan

NY: Serkeftiyên vî serî tunene

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 hezîran 2022 20:07

PeyamaKurd-Ji aliyê rayedarên Neteweyên Yekbûyî ve hat eşkerekirin ku di ser şerê navbera Rûsya û Ukraynayê re 100 roj derbas bûne lê heta niha tu alî bi ser neketiye.

Di nûçeya AFPê de tê diyarkirin ku Artêşa Rûsyayê, ji rojhilatê Donbasê ve pêşve diçe. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Ukraynayê Emîn Ewez jî ji AFPê re ragihandiye ku kesek di vî şerî de bi ser neketiye û aliyê serkeftî yê di şerê li dijî Ukraynayê de xuya nake.

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky jî li ser heman mijarê diyar dike ku Hêzên Rûsyayê, ji sedî 20ê axa Ukraynayê kirine bin kontrola xwe û di nav cihên kontrolkirî de Girava Qirimê û deverên ku ji sala 2014an ve di bin siya kirêgirtiyên Rûsyayê de ne jî cih digirin.

 

Parve bike: