TR KU SO
FB X
Cîhan

NYT: Lêçûna 15 hefteyên şer 132 milyar dolarî derbas kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 hezîran 2026 11:30

PeyamaKurd - Rojnameya New York Timesê (NYT) eşkere kir ku şerê 15 heftiyan ê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ziyanên giran ên canî, darayî û aborî li pey xwe hiştine.

Li gorî zanyariyên ku rojnameya New York Times belav kirine, şerê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû û 15 heftiyan berdewam kir, piştî îmzekirina rêkeftineke aştiyê, encamên xedar ên şer derketin holê. Rapora rojnameyê balê dikşîne ser windahiyên mezin ên li ser asta cîhanî.

Di nava 15 heftiyên şer de, hejmareke mezin ya mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Nêzîkî 3500 Îranî û 3700 Libnanî hatine kuştin.

Windahiyên Îsraîlê 26 kes û yên Amerîkayê jî 13 leşker in.

Li Îranê dibistaneke zarokan hatiye rûxandin û di encamê de 175 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Lêçûna giştî ya vî şerî ji bo Amerîkayê gihîştiye 132 mîlyar dolarî. Ev birê pereyan tenê lêçûna serbazî ya rasterast (29 mîlyar dolar) li xwe nagire. Di heman demê de nûkirina bingehên serbazî, dabînkirina cebilxaneyê, lêçûnên keştiyên firokehilgir û ziyanên li berjewendiyên Amerîkayê yên li Erebistana Siûdî ketine jî di nav de ne.

Bandora li ser bihayê petrolê û sotemeniyê

Ji ber aloziyên li Tengava Hurmizê, bihayê petrolê li ser asta cîhanê gihîşt 120 dolarî. Ev yek rasterast bandor li ser aboriya Amerîkayê kir û bihayê galonek benzîn ji 2.98 dolarî derket 4 dolaran. Li gorî raporê, her malbateke Amerîkî bi navînî 460 dolar ziyan dîtine û lêçûnên veguhastinê bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Girtina Tengava Hurmizê ne tenê bandor li petrolê, lê bandor li dabînkirina kîmyewiyan jî kir. Kêmbûna madeya sulfurê ku pêkhateya sereke ya zibilê kîmyewî ye, sîstema çandiniyê xistiye metirsiyê. Pisporên Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) hişyariyê didin ku ev rewş dê bibe sedema zêdebûna bihayê xurekê û krîzeke mezin a birçîbûnê li seranserî cîhanê.

Parve bike: