TR KU SO
FB X
Cîhan

Oksîjena Titanê qediya: Ji bo 5 milyarderan hêvî nema!

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2023 21:59

PeyamaKurd – Oksîjena noqava Tîtan a ku bi 5 rêwiyên xwe yên milyarder ji bo serdana bermamiya Keştiya Titanicê ketibû rê û di nav Okyanûsa Atlasê de winda bûbû, xelas bû û hêvîyên jiyanê neman.

Tîmên deryavaniyê yên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Kanda û hejmarek welatên din tevî keştiyên teknolojiya bilind  5 roj in li noqava Titanê digerin û nedîtin.

Îro 22yê Hezîranê jî ji ber ku 96 saet bi ser windabûna Titanê de derbas bûye û hat ragihandin ku oksîjena wê qediyaye û êdî hêdî hêdî hêvî ji jiyana 5 rêwiyan nema.

Hat diyarkirin ku lêgerînan Titanê hê jî dewam dike û hewl didin xwe bigihînin kûrahiyên okyanûsê daku bi ser ve bibin.

Di rêwîtiya Titanê ya bo Titanicê de, milyardarê Brîtanî Hamish Harding, karsazê Pakistanê Şahzada Davud û kurê wî Suleyman Davud, xwediyê Titanê û damezrînerê kompaniya OceanGate Stockton Rush û pîlotê Fransî yê noqavan Paul Henry Nargeolet hebûn. Bilêta Titanê ji bo her rêwiyekî jî 250 hezar dolar bû.

Parve bike: