Cîhan
OPCW: Esed xaza Klorîn û Sarînê bikaranî
PeyamaKurd- Di bin serpereştiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî de, komîsyonekî lêkolînê hatibû avakirin. Heman komîsyon ragihand ku serokê Sûriyê Beşer Esed di sala 2017an de, di 3 êrîşên ser Latamneyê de, xaza Klorîn û Sarîn bikaraniye.
Roja çarşemê rêxistin li baregeha xwe ya navendê li Laheyê ragihand ku di adara 2017an de, bi fermana serokê dewleta Sûriyê Beşer Esed, di her 3 êrîşan de delîlên bikaranîna xaza sarîn û klorîn di dest de hene.
Komîsyona Lêpirsînê ya OPCW ê encama lêgerîna xwe bo koordînatorê komîsyonê bo Santiago Onate-Laborde ragihandiye. Onate-Laborde, ragihand ku ew xazên kîmyewî tenê di destê artêşa Sûriyê de, di destê hêzên hewayî de hene ku di her 3 êrîşan de 100 kes hatibûn kuştin.