OPEC: Ji bo endamtiyê, bi 4 welatan re dan û stendin tên kirin
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) Heytham El-Xeys diyar kir ku ji bo tevlî OPECê bibin, bi 4 welatan re hevdîtinên şêwirê hatine kirin.
Heytham El-Xeys, ji ajansa nîvfermî ya Îmaratê re axivî û da zanîn ku niha Azerbaycan, Malezya, Brunei û Meksîkî bi OPECê re hevdîtin kirine û destnîşan kir ku ev yek dê hêza OPECê zêde bike û axaftina xwe bi vî awayî dewam kir:
"Şêwirmendiya bi welatên nû yên ku ne endamên OPECê ne, dibe sedema hevgirtin û bihêzkirina rêxistinê. OPEC endamtiya hejmareke diyar ji welatan nake armanc, ew welatên xwedî heman meyla stratejiyê, wekî xwe di parastina bazarên petrolê de armanc dike."
Xeys diyar kir ku 4 welatên ku şêwirmendî lê hatine kirin, ji sala 2017an bi vir ve bi OPECê re piştgirîyê didin wan û destnîşan kir ku armanca van hemû welatan "îstiqrara bazarên petrolê" ye.
OPEC niha ji 13 welatên endam pêk tê û mezintirîn berhemhênerê di nav wan de Erebistana Siûdî ye ku bi şiyana berhemanîna 11 milyon bermîlan di rojê de ye.