Operasyona Qendîlê wê bi Amerîkayê re bê kirin!
PeyamaKurd- Rojnamevanê Hurriyetê yê nêzîkî hikûmeta Tirkiyê Abdulkadir Selvi îdda kir ku operasyona li dijî Çiyayê Qendîlê wê bi Amrîkayê re bi qordîne were kirin.
Selvi wiha berdewam kir: “Ji bo Qendîlê amadekariyên operasyoneke taybet têne kirin. Operasyon wê bi Amerîkayê re were meşandin. Pêşiyê Çiyayê Qendîlê bi balafirê şêrr wê bi rojan were bombebarankirin. Dûvre wê bi topan were bombekirin û di pey re jî operasyon wê bê kirin.
Belkî hun bibêjin “Çi karê Amerîkayê di vê operasyonê de heye? Amerîka dixwaze PKKê û YPGê ji hev qut bike. Tirkiye, Hikûmeta Iraqê, Hewlêr û Amerîkayê li ser vê operasyonê tifaqek çêkirine. Bi Îranê re jî pêwendî têne danîn. Ku Îran tune be, operasyon wê kêm be.”
Piştî ku li Tirkiyê biryara hilbijartina 24ê Hezîranê hate dayîn, êdî hikûmeta Tirkiyê û serokomarê wê, her roj behsa operasyoneke li dijî PKKê ya li Çiyayê Qendîlê dikin