Cîhan
Pakistan bi koronavîrusê nikare doktoran dixe binçav
PeyamaKurd- Li Pakistanê heya niha rojane jimara ku bi koronavîrusê ketine, derketiye asta herî bilind. Li seranserê Pakistanê di 24 sietan de 577 nexweşên nû hatin tesbît kirin. Li eyaleta Belûcîstanê bi sedema ku tedbîrên li hemberê koronavîrusê kêmin, doktor wî halê bêhezirbûna hukumetê protesto kir. Polîs mudaxele bi doktoran kir û 67 heb doktor xiste binçav.
Doktor bo nebûna maskeyan û alavên tenduristiyê nerazîbûna xwe diyar dikin. Di nava miriyan de îro doktorekî heye bi navê Abdulqadir Sûmrû ku ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Berya wî jî 2 doktorên din jiyana xwe ji dest dabûn.
Li ser binçavkirina 67 doktoran, Yekîtiya Doktorên Ciwan ragihand ku doktor ji alavên parastinê bêpar hiştine û di ser de doktoran xistine bin çav.