Pakistan: Tevî êrişan danûstandinê Amerîka û Îranê didomin
PeyamaKurd - Hikumeta Pakistanê diyar kir ku danûstendinên di navbera DYAyê û Îranê de tevî hebûna derketina li hemberî hev bi awayeke leşkerî jî didome.
Xebatên wan yên vegera her du aliyan ji bo pêkanîna diyalogê jî dewam dikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê Tahir Enderbî da zanîn ku welatê wî piştgiriyê dide peymanên di navbera Washinton û Tehranê û dixwaze ku diyaloga pêk were.
Di heman demê de çavkaniyên ji El Erebiyê re diyar kiriye ku navbeynkar ji bo xebatên peymana agirbestê dixebitin, lê heta niha hîn encam nehatine diyarkirin.
Ev yek di demekê de ku êriş hene de çêdibe, CENTCOM ragihand ku wan wekî bertek li hemberî topbarana hêzên Amerîkayê, 2 saetan bi dehan baregehên girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê bun hedef .
Dezgehên ragihandinê yên Îranê diyar kir ku di encama êrişên Amerîka yê li ser `Qeshm Island` 3 kes hatin kuştin.
Urdin jî ragihand ku wan hewildanên êrişa bi 5 mûşkan rawestand. Serokê Amerîka Donald Tramp jî gefa êrişên dijwar li dijî Îranê xwar.