TR KU SO
FB X
Cîhan

Papa û qralê Fas ê: Divê Quds weka mîrata hevpar bê parastin

Admin M
Nivîskar
📅 31 adar 2019 00:41

PeyamaKurd- Serokê ayînî yê Katolîkan Papa Francesco û qralê dewleya Fas ê Mihemed ê 6.em belgeyekî îmze kirin. Belge weha ye:

“Divê Quds wek mîrata hevpar ya mirovahî û her sê olên yek xwedayî bimîne.”

Papa Francesco bo 2 rojan çûbû welatê Fas ê (Mexrib) û li qesra payîtex Rabatê bû mêvanê qral Mihemed 6.em. Di vê hevdîtinê de belgenameyeka hevpar belav kirin. Vatîkan û Fas di belgeya hevpar de behsa “hebûna Qudsê ya pîroz a xasê xwe” û weka “girîngiya bajarê aştiyê ya manewî” kirin.

Parve bike: