Cîhan
Parêzgarê Bexdayê dest ji kar hat kisandin
PeyamaKurd - Parêzgerê Bexdayê ji aliyê encûmena parêzgehê ve ji erkê xwe hat dûrxistin.
Li gor kanala El Erebiye ku nûçeya xwe dispêre kanala televîzyonê ya fermî ya Iraqê, îro 06.10.2019ê encûmena parêzgeha Bexdayê parêzgerê Bexdayê Felah Cezayîrî ji kar dûrxistiye.
Li aliyê din hinek medyayên Iraqî bi awayekî parêzgerê Bexdayê bixwe dest ji kar kişandiye nûçe belav kirin ku gotin, di civîna îro de ew daxwaza wî hatiye pejirandin û dest ji kar kişandiye.
Hêjayî gotinê ye, nûçeya dest ji kar kişandina parêzgerê Bexdayê li demeke ku xwepêşandan berdewam dikin û bajêr ketiye rewşeke aloz de hat.