TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamena Brîtanya wê ji bo Brexitê deng bide

Admin H
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2019 18:49

PeyamaKurd - Parlamana Brîtanyayê piştî hilbijartinên parlamenê yên hefteya borî yekem civîna xwe îro li dar dixe.

Qralîçe Elizabeth dê roja Pêncşemê li parlamanê bernamaya hikûmeta nû ragihîne.

Herwiha wê dengdana ji bo Brexitê (Cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê) ya li parlamanê roja Înê pêk were.

Rayedarên Brîtanya didin xuyakirin ku ew hewil didin peyvajoya li parlamanê berî betlaneya Noelê, ku 25ê Kanûnê destpê dike bidin destpêkirin.

Di hilbijartina dawî de Partîya Konservatîf ya bi seroktiya Serokwezîr Boris Johnson bi ferqeke mezin bi ser ketibû û Johnson jî ragihandibû ku ti astengî li pêşîya Brexitê nemaye.

Parve bike: