TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentoya Ewropayê, Rusya wekî ‘Pistevanê Terorê’ nas kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 mijdar 2022 18:30

PeyamaKurd- Parlamentoya Ewropayê, pêşnûmeqanûna ji bo Rusyayê ku ji 24ê Sibatê ve li Ukraynayê şer dike, qebûl kir û Rusyayê wekî ‘Dewleta Piştevanê Terorê’ nas kir.

Li ser pêşnûmeqanûna navborî, di dengdana Parlamentoya Ewropayê de hat diyarkirin ku êrîşên leşkerî yên Moskowê yên li ser hedefên sivîl ên li Ukraynayê yên wekî binesaziya enerjiyê, nexweşxane, dibistan û stargehan binpê dike û li ser van esasan jî biryar da ku Rusya wekî dewleta piştevanê terorê were pênasekirin.

Hat ragihandin ku di pexşana hatiye qebûlkirin de 494 parlamenteran dengên erê, 58 parlamenteran dengên naxêr û 44 parlamenteran jî dengên bêbiryar bi kar hanîne.

Her wiha parlamenteran diyar kir ku ew bi vê pêngavê dixwazin rê li ber vekin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û hikûmeta Rusyayê ji ber tawanên ku kirine, li pêşberî dadgehên navneteweyî berpirsyar bin.

Lê belê ji ber ku çarçovekeye Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku piştgiriya vê biryarê bike tuneye, biryara hatiye dayîn, bi piranî wekî sembolîk dimîne.

Parve bike: