TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlementerê CHPê Genç: “Çekdariya bê ruxset di asta herî bilind de ye”

Admin M
Nivîskar
📅 14 gulan 2026 23:38

PeyamaKurd – Parlementerê CHPê yê bajarê Kayseriyê Aşkın Genç di civîna meclisa mezin ya Tirkiyê de axifî û got ku çekdarbûna şexsî ya li Tirkiyê gelek zêde bûye û ewlehiya civakî tehdîd dike. Genç got:

“Rewşekî wisa çêbûye ku munaqeşeyekî biçûk di nav çend saniya de dibe sedema şerê çekdariyê û bi çekan li hev dixin. Di sala 2025an de ji 110 hezarî zêdetir çek hatine girtin, tev bê ruxsetin û di 3 mehên ewilî yên sala 2026an de, jimara çekên hatine girtin ji 25 hezarî derbas kiriye.”

Genç, ragihand ku bazirganiya çekên qaçax, firotina wan ya di ser înternetê de û ji ber kontrola li ser çekan tine, her roj bêhtir arîşeyan bi xwe re tîne. Genç, behsa rêjeyên çekan kir û got:

“Rêje, nîşan didin ku her roj 284 çekên bê rûxset tên girtin. Çekên ku kes dikirin, dike şiddetê zêde bike, di sala borî de ji 3 hezarî zêdetir rûdanên çekdarî çêbûne û 2 hezar kes zêde di rûdanan de mirine.”

Parve bike: