Cîhan
Parlementoya Ewrûpayê rapora Tirkiyê qebûl kir û Tirkiye bersivê da
PeyamaKurd – Rapora Tirkiyê ya ku Parlementoya Ewrûpayê amade kiriye, di civîna PE de qebûl bû. Xala ku tê de givaşa ser wezîrê dadê yê Tirkiyê ya ser Akın Gürlek jî heye, di dengdanê de bi 381 dengan qebûl bû. Wezareta karên derve ya Tirkiyê li dijî biryarê bertekê nîşan da û got:
“Daraza Tirkiyê ji bo ti mudaxeleya aktorekî derve vekirî nîne.”
Rapora ji bo Tirkiyê ya sala 2025an ku hatibû amadekirin, bi 107 dengên red û bi 381 dengên erênî hat qebûlkirin. Di raporê de hatiye xwestin ku wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek bixin nav lîsta reş ya givaşê.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser raporê ragihand ku di pêvajoya têkiliyên di navbera Tirkiyê û YE de pêşdeçûn çêdibe de, hinek endamên PEyê dixwazin têkiliyan xerab bikin.