Serok Barzanî serokê ofîsa pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpayê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serokê ofîsa pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpayê yê Herêma Kurdistanê rêzdar Radu Butum qebûl kir
Hevdîtina her dû terefan bi sedema ku wextê wezîfa Radu Butum li Herêma Kurdistanê diqede çêbû. Butum di hevdîtinê de ji ber madalya Papa ya prestîjê ji bo Barzanî hat dayîn, serok Barzanî pîroz kir.
Butum, behsa rola serok Barzanî ya di parastina mafên pêkhateyên etnîkî û dînî yên li Herêma Kurdistanê û pêkvejiyana bi Iraqê re, jiyana bi hevre û lihevkirina çandê teşwîq dike, behsa rola Barzanî di dîrokê de bilind nirxand.
Serok Barzanî serbilindiya xwe ya li Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkvejiyana pêkhateyên etnîkî û dînî ya aştiyane ragihand û sipasiya Papa kir. Barzanî got ku wê vê çandê biparêze, kûr bike û xwurt bike.
Serok Barzanî her weha ji ber rêzdar Butum di wexta serokatiya xwe ya ofîsa pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpayê ya li Herêma Kurdistanê xebatên ku kiriye bi rizamendî ragihand û di xebatên wî yê di ayînde de jê re serkeftinê xwest.
Di hevdîtinê de li ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û talûkeyên ku di pêşde li pêşiya Iraqê bin û hetta li seranserê herêmê talûkeyên ku bibin, behsa wan û derfetan kir.