Cîhan
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
PeyamaKurd – Partiyên Şî’a yên ku di parlementoya Iraqê de ne, ji bo namzedê serokwezîrtiyê destnîşan bikin civîn kirin lê ji ber negihan ti encamê, civîna xwe 2 roj paşde dan.
Sekreterê giştî yê Çarçova Koordînasyonê Abbas el-Amiri, ragihand ku wê lîderên partiyan car din werin cem hev.
Sekreterê giştî yê Çarçoveya Koordînasyonê Abbas el-Amiri di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got ku ji bo destnîşankirina namzedê serokwezîrtiyê civiyane.