TR KU SO
FB X
Cîhan

Pasînyan: Baweriya bi Rusyayê, xeletî bû

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2023 16:30

PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, di warê ewlehiya welatê xwe de axivî û diyar kir ku baweriya bi Rusyayê bi tenê, xeletî bû.

Nîkol Paşînyan, ji rojnameya La Repubblica ya Îtalyayê re axivî û got ku Rusya bixwaze jî ji ber şerê ku niha li dijî Ukraynayê dimeşîne, nikare pêdiviyên Ermenîstanê yên ewlehiyê bi cih bîne.

Paşînyan Moskow tawanbar kir ku ew ewlekariya welatê xwe li hember êrîşên Azerbaycanê li herêma Qerebaxê neparêze û got ku polîtîkaya ku di warê ewlehiyê de tenê bi Rusyayê ve girêdayî ye xeletiyek stratejîk e.

Paşînyan got, "Mîmariya ewlehiyê ya Ermenîstanê ji % 99.99 girêdayî Rusyayê bû, di nav de dayîna çek û cebilxaneyan jî hebû. Ev mînak nîşanî me dide ku girêdayîbûna bi di mijarên ewlehiyê de hevparê yekane xeletiyek stratejîk e." 

Paşînyan bi îdiaya ku Rusya welatê xwe bi têra xwe alîgirê Rusyayê nabîne, diyar kir ku ji ber vê sedemê Erîvan hewil dide rêkûpêkiyên xwe yên ewlehiyê cuda bike. 

Parve bike: